Çîrokên
Me Yên Neteweyî
Mustefa
Reþîd
Berî
niha bi 30î salî, gava ez hatim Almaniyayê, hînî ziman bûm û min êdî ji
çanda gelê Alman hin tiþt dîtin, ez wê hîngê li tiþtekî gelek matmayî
mam. Ez hên biçûk bûm meta min ji me re çîroka „Henhenûska Kabelûska“
digot. Çîrok li ser bizinekê û du karikên wê bû. Bizin karikên xwe di þikeftê
de dihêle û diçê çêrê; lê ji wan re dibêje, divêt hûn derî li pey
min kîp bikin û ji tukesî re, ji bilî min, venekin. Gava ez hatim, ezê deng
li we bikim û simê xwe yî pêþîn di kunika ber kevir re þanî we bidim, hîngê
divêt hûn derî vekin. Lê belê, li piþt kelemekê gur her tiþt dibihîst
û gava bizin ji þikeftê bi dûr dikeve, ew piþtî demekê tê, deng li
karikan dike û dixwaze bi wan bide bawerkirin, ku ew dayîka wan e, daku derî
vekin ......û her wisa çîrok berdwam dike. Ez naxwazim li vir, vê çîrokê
heya bi dawiyê bêjim, ji ber ku ez bawer im, xwendevanên me vê çîrokê
nasdikin û gelek gengaz e (mumkin e), ku her yekî ji me, yan ji dayîka xwe,
yan ji meta xwe û pûriya xwe, yan jî ji jinika cîranan bihîstibe. Ev çîroka
me ya neteweyî, li seranserê Kurdistanê heye, lê dibe ku li her herêmekê
navekî din jêre hebe. Wek nimûne: Li Amedê jêre „Þengê û Pengê“ dibêjin. Belê,
tiþtê ku ez lê mat mame ew bû, ku ev çîroka me li ba gelê Alman jî heye
û ew jî ji zarokên xwe re dibêjin. Wek çawa li ba me, ji herêmekê heya bi
ya din çîrok hinekê hatiye guhertin, li ba gelê Alman jî hinekê hatiye
guhertin û ji du karikan(wek mesela hêkan) êdî bûne heft karik Lê gelek aþkere
û xuyaye, ku bingeha çîrokê yek e. Di wê demê de, min ji hevalên xwe yên
zanîngehê pirsî: Ev çawan çêdibe! Meta min nexwende bû, ne dibistan dîtibûn
û ne jî wê hîngê radiyo û televiziyon hebûn!. Hinekan gotin: Dibe ku nivîskarên
çîrokê yên Alman Gebrüder Grimm di dema xwe de hatibin herêma we û ev
çîroka han ji wir anîbin. Hinekan gotin: Dibe ku ev çîrok yên gelên
hindo-ewropayî bin û di nav gelan de bi hezarsalan mabin.....! Bê
guman, çîroka „Kumsorikê(Kumsorê)“ jî li Almaniyayê gelek bi nav û
deng e. Alman bawerdikin, ku ev „çîroka wan“ li herêma „Thüringen“
yan jî „Sachsen“ peyda bûye. Lê wek em dizanin, çîroka „Kumsorikê“,
wek çîrokeke zarokan li Kurdistanê jî heye û dayîkên me ew jî ji me re
digotin.(Serinc: Di vê dema dawî de, birêz Zinarê Xamo, di rojnameya „Özgür
Politika“yê de, hejmarên 1682/1683, ev çîrok bi navê „Kumsorê“ pêþkêþî
xwendevanan kiriye.) Di
destpêkê de, me rola van çîrokan ewqas giring nedidît û hên jî, em Kurd
bi awayekî giþtî, li giringiya wan baþ hay nebûne. Lê belê, çîrokên
zarokan, yek ji hêmanên bingehîn yên neteweyan e û rola wan di peydabûna
hesta neteweyî ya hevpar de gelek giring e. Hesta neteweyî ya hevpar ji mercên
hebûna neteweyan e. Rojnamevanekî Kurd (birêz Feysel Çiyayî (Dagli)) rojekê
gazin dikirin û digot, ku tiþtên me yên neteweyî yên hevpar gelek kêm in,
ji bilî cejna Newrozê û marþa Ey Reqîb tiþtekî me yî din nîne, ku me
hemiyan digihîne hev. Alek me jî heye, ku diviyabû hevpar ba, lê em li ser wê
jî li hev nakin. Rojnamevanê hêja di rexneyên xwe de gelek mafdar e. Bêyî
hebûna hêmanên hevpar û hevbeþ, dê mercên me yên neteweyî lawaz û jar
bimînin. Lê
belê, ne ku hêmanên me yên neteweyî lawaz in, yan jî tiþtên me yên
hevpar tune ne. Ew hene, lê divêt em wan nasbikin, toz û xumarê ji ser wan
rakin, wan bicivînin, deynin ser tepsiyeke zêrîn û pêþkêþî gel bikin;
û wan têxin hiþê neteweya xwe. Yanê
yek ji erkên me yên giring ew e, ku em biçespînin û ser vedin, ka kîjan
çîrokên zarokan li seranserê Kurdistanê hene û wisa ew di nav gel de
hevpar û hevbeþ in?. Min
di zarotiya xwe de ji dayîka xwe çîroka „Kêsme Xatûn“ê jî bihîstibû.
Kêsme Xatûn navê kêzikekê ye. Ew derdikeve û ji xwe re li mêrekî digere.
Ew pêþî rastî þivanekî tê û gava ew li ser hevbirinê û zewacê
dipeyivin, Kêsme Xatûn dibêje: Baþ e, gava em bi hev re bizewicin, em bi hev
re bijîn û rojek hat me li hevdu nekir, em ji hev xeyidîn, tu yê bi çi li
bidî?. Þivan dibêje: Ezê bi çoyê xwe yî þivaniyê li te bidim. Wê hîngê
Kêsme Xatûn ditirse û dibêje: Na, ez te nakim. Di pey re ew rastî kerekî tê
û gava Kêsme Xatûn wê pirsê ji wî jî dike, ker dibêje: Ezê bi lingên
xwe yên paþîn li te bidim. Kêsme Xatûn wî jî napejirîne û diçe rastî
miþkekî tê. Gava pirsa xwe ji wî jî dike, ew dibêje: Ezê bi dûvçilkê
xwe li te bidin, daku ez te neêþînim. Kêsme Xatûn bi miþko razî dibe û
bi hev re dizewicin. Roja þiyê tê, ew cil û kincên xwe, beroþ û teþtên
xwe radikin û diçin ji xwe re li avekê digerin. Ne çemê Dicle û ne jî çemê
Xêbûr bi kêrî wan nayên, ew ne li gor rewþa wan in. Li cihekî, ku ava
baranê di þopa simên hespekî de kom bûbû radiwestin û wê avê li gor xwe
baþ dibînin. Kêsme Xatûn li wir dest bi cilþoya xwe dike û miþko jî diçe
qesra mîr Avdal, ku li wir þahiyek heye, daku zikê xwe têr bike û hinek
birinc, goþt û þorbe ji Kêsme Xatûnê re jî bîne...... û her wisa û her
wisa çîrok berdewam dike. Wê
hîngê min bawer dikir, ku yan dayîka min yan jî jinika cîranan ev çîrok
ji xwe re li hevdu anîne û ji me re dibêjin. Lê
rastî ne wisa ye. Min dît, ku ev çîrok jî li seranserê Kurdistanê heye.
Nivîskar birêz Memed Uzun di romana xwe ya pêþîn de, ya bi sernivîsa
„TU“ çêla vê çîrokê dike, ku çawa dapîra wî digot:
Gava min ev çîrok wergerande zimanê almanî û kete destê jineke Lor, ku
li Almaniyayê dijî, wê got: Ev çîrok li ba me jî heye. Nexwe, divêt ev
çîrok jî ji çîrokên me yên neteweyî be, ji ber ku ew jî li her deverekê
peyda dibe. Kêsme Xatûn di malperên înternêtê yên birêz Mûrad Ciwan de
jî peyda dibe. Gava min li ba birêz Mûrad Ciwan çîroka „Çûk û Tûtûk“ jî dît,
bi rastî ez çûme bîreke bê binî. Min ev çîrok jî ji dayîka xwe bihîstibû.
Birêz Bahram Younes jî ev çîrok bi helbestî gotiye û daye çapê. Min ji
malbateke Kurdên Dêrsimê pirs kir û dît, ku li ba wan jî ev hemû çîrok
tên naskirin. Min ji wan pirsa çîroka „Kerikê Ariyê“ jî kir û dît,
ku ew jî li ba wan heye. Bi gumana min, çîroka „Kerikê Ariyê“ divêt
hembêrî çîroka zarokan ya almanî „Aschenputtel“ be. Lê ez hên ji sedî
sed ne bawer im. Çîrok nema baþ tê bîra min; tenê destpêka wê, wek
xewnekê di bîra min de maye; divêt pêþî ez hin guhartoyên vê çîrokê jî
bicivînim û binivîsim (serinc: Kî vê çîrokê dizane, bila ji kerema xwe
ji min re bi rêbike.) Çîroka „Roviyê Dûvqut(Çîroka Bizê)“ jî li seranserê Kurdistanê
tê naskirin. Ez bawer im, rehmeî Haciyê Cindî ew hên di salên 50î de
tomar kiriye. Di vê dema dawî de, ji aliyê birêz Bahram Younes de bi helbestî
û ji aliyê min de bi pexþanî ev çîrok hate çapkirin û niha tê
belavkirin. Ew li ba birêz Mûrad Ciwan jî peyda dibe. Wek min di destpêkê de jî got, erkeke gelek giring e, ku em van çîrokan
biçespînin, kîjan li seranserê Kurdistanê heye, em wan tomar bikin û belav
bikin. Lê ne bi tenê çîrokên zarokan, çîrokên mezinan jî di nav me Kurdan
de gelek hevpar in. Bi sedan, belkî bi hezaran jî çîrokên mezinan hene, ku
li her herêmekê tên naskirin. Ka em çend nimûneyan ji çîrokên mezinan jî
bidin: 1) Di van hejmarên dawîn yên „Azadiya Welat“ de min çîrokek xwend.
Min ew yekser naskir, ji ber ku min ew nivîsandiye, lê hên ew danexistiye çapê.
Navê çîrokê „Dara Gulê“ ye. Mixabin, yê ku di „Azadiya Welat“ de
nivîsandiye çîrok ji hev xistiye û destpêka wê qet nizane û wisa beþekî
mezin jê hatiye avêtin. Lê dawiya wê hema hema rast gotiye, yan jî bi
gelemperî hêmanên wê parastine(jêrzemîn, du beran yekî reþ, yekî spî,
ejdehayê di kaniya bajêr de û her wisa mar, teyrê Sîmrix, heft kult nan,
heft kun av û heft dûvên beranan ....). 2) Di sala 1992an de min xwest ez hin çîrokên mezinan binivîsim. Min
destpêkir pêþî çîroka „Kûsî“ nivîsand. Di pey re, min çîroka
„Dara Gulê“, „Dermanê Tutiyê“ û her wisa nivîsandin; wek çawa min
ew ji dayîka xwe bihîstibûn. Di wan rojan de, li bajarê Berlîn ez çûm
pirtûkxana taxeke bajêr û li pirtûkên li ser Kurdan geriyam. Min pirtûkeke
çîrokên kurdî, bi zimanê almanî dît û ew anî mal. Nivîskara pirtûkê
jineke Alman e, ez bawer im, ku paþnavê wê „Wenzel“ yan tiþtekî wisa
ye, lê baþ nayê bîra min. Gava min pirtûk xwend, min dît, ku çîroka pêþîn
„çîroka Kûsî“ ye û dibêje, ku ev çîrok ji ser zimanê rehmetî Osman
Sebrî hatiye wergirtin. Çîrok ji sedî 98 wek ya ku min nivîsandibû. Min
çîrokên din jî xwendin û dît, ku piraniya wan, min di zarotiya xwe de bihîstine.
Li ser yek ji wan hatiye gotin, ku ew ji herêma Kerkûkê hatiye wergirtin, lê
dîsan jî min çîrok berê bihîstibû. Ev rastiya han çi ji me re dide xuya kirin? Bê guman, yekîtiya çand û
kelepora kurdî, yekîtiya hêmanên hevpar û hevbeþ yên neteweyî dide
xuyakirin. Her tiþtên me hevpar in, heya yekanekên zarokan jî li hemû gundên
Kurdistanê mîna hev in. Ez bawer dikim, ku em niha dikarin yên wek birêz
Feysel Dagli pîroz bikin, ku tiþten me yên neteweyî yên hevpar gelek pir
in.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org