Hevdîtina Nivîskarên Kurd û Alman li bajarê Bielefed 
di çapemeniya herêmî de deng veda

Mustefa Reþîd

 

Di rojên 18. û 19.11.2005an de di navbera Navenda PENa Kurd û Yekîtiya Nivîskarên Alman de li herêma Ostwestfalen-Lippe(OWL) dîsa hevdîtineke wêjeyî pêkhat. Hên di sala 2002an de hevdîtineke wisa li gel nivîskarên vê herêmê hatibû lidarxistin. Vê carê jî mîna cara derbasbûyî hevdîtina me du rojan berdewam kir. 

Roja pêþîn hevdîtina me li pirtûkxaneya navendî ya bajarê Bielefeld pêk hat û roja din di hawîrdoreke hên xweþiktir de li mala nivîskar û organîzatorê vê hevdîtinê birêz Dieter Stork berdewam bû. 

Ji aliyê Navenda PENa Kurd ve serekê navendê Dr. Zerdeþt Haco, cihgirê serek Mustefa Reþîd, helbestvana Kurd Selwa Gulî, nivîskar Nezîf Telek û Nilgûn Demîrkaya di pêþkêþkirina berheman de beþdarî kirin. 

Endamê me kekê Fûad Sîpan jî, ku li bajarê Bielefeld dimîne wek guhdar beþdar bû û arîkariya mêvanan kir. 

Ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Alman de jî nivîskarên birêz Peter Bornhoeft, Mathias Bronisch, Kurt Müller, Ilona Walder û Dieter Stork hin berhemên xwe xwendin. 

Sekreterê Navenda PENa Kurd Yûnis Behram jî, ku li gel birêz Dieter Stork amadekariya vê hevdîtinê kiribû, diviyabû bihata. Mixabin, ji bo wexerkirina hevalekî wî, ew neçar ma li bajarê Dresden bimîne û axaftina behîdarî û þîniyê li ser gora wî bixwîne.

Rojnameya almanî Neue Westfälische roja 18.11.2005 bi vê nûçeya li jor ev hevdîtina me ji bîr û raya giþtî re dabû xuyakirin.  Rojên din jî bi ferehî hate nivîsandin. Hevdîtina me ya vê carê di bin sernivîsa "Xewndîtin, Nivîsandin û Berpirsiyarî" de pêk hat û gelek bi kêf û xweþî derbas bû. Evê ne cara dawî be. Navenda PENa Kurd dê van hevdîtinan hem li herêma Saksen(Dresden) û hem jî li herêma Ostwestfalen-Lippe(Bielefeld) li gel nivîskarên alman yên van herêman berdewam bike.

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org